1. reqsa ku ger bi stranekî kurdî be qet ne pirsgirêk e. her tişt ne hewce ye di çanda me de hebe. ji xwe dema çanda gelan çêdibin, carinan di bin tesîra gelên din de dimînin. ha berê ragihandin û têkilî ne ev qas baş bû û piranî tesîra çanda gelên cîran çêdibûn. lê aniha saxiya serê înternet û televîzyonê, her tişt digihije herkesî û ev yek me digûherîne. ew kesê ku di televîzyon û fîlman de dibîne bûk û zava reqsê dikin dikare bixwaze ew bi xwe jî bike û ev tişteke normal e bi in. |
|
13.11.2015 23:34 |
brusk56
|
2. dansa xwedê ji şahê bedo razî be ku strana çavreşa min xisûsî ji bû wan çêkirîye li vê dansê zêdekirîye û ev dans daye keşifkirin.. tiştekî ku di çand û hunera merivda tunebe û meriv rabe ji xwera bike çand û huner nabe dibe an meriv pê nayne.. wekî ku qijangê gotîye gere ez jî wekî kewê birêve herim.. çend roja xwedênegravî wekî kewê dimeşe ji wî çend rojî wêda edî meşa xwe jî ji bîr dike edî nizane wekî xweyî berê jî bimeşe.. yê me jî eve. |
|
14.11.2015 01:41 ~01:59 |
shorbevan
|
3. edeteke ku li cizîrê heta niha jî nîn e. |
|
14.11.2015 01:55 |
xendekî
|
4. ez bixwe qet ji dansê hez nakim û dibêjim heger rojek bizewicim ez ê çavê orkestra dawetê bitirsînim ji bo ku nebêjin bila bûk û zava bireqise. * |
|
14.11.2015 03:04 |
kurê xelkê
|
5. bi ya min jî tiştek eletewş e. û jixwe min di xêla xwe de dansek wisa nekir. (min gotibû bila stranbêj behsa tiştek wisa neke, ji ber ku ez nakim) |
|
14.11.2015 08:22 |
simurg56
|
6. gelek caran rastî vê tevgera spastîk hatime, ne ku di çanda me de nîn e, dijî wê yekê me, na! |
|
14.11.2015 10:29 |
ferhenga şikestî
|
7. Ne çavreşa sahîn abê buya kurmancên me dans nedikirin. Her hebî şahîn abê. |
|
26.11.2017 00:46 |
hêvî
|
8. jixwe piraniya dawetan ji bo kêfa xelkê ne, vêce di ser de reksa bûk û zava jî lê zêdekirine. ji bo milet bêhtir kêfa xwe bike... |
|
03.06.2021 19:00 ~23:11 |
merwano
|
9. Kurmancên me Gava dixwazin dest bi reqsa xelkê Evropayî bikin, Feqîra nema dizanin destê xwe dêynin ku û xwe dihetikînin! |
|
04.06.2021 00:28 |
pîroz
|
10. Ev nizanim daweta çendan e di dawiya wan de straneke tirkî lêdixe û xelk dilîzin. Ev ne bes e îja stranbêj (dibêje qey Kurdî têra wî nake, yan jî xelk nizanin bi kurdî) gelek caran bi Tirkî anonsa dike, xelkê vedixwîne govendê filan. Bala min kişand Kurdîya wî ne xerab bû jî, peyvên standard bikar dianî. Ev jî a wan e: vîdyoyê veke |
|
18.08.2021 23:36 |
xabûrî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |